Duhok..Termê ciwanekî temen 27 salî hat dîtin
![Duhok..Termê ciwanekî temen 27 salî hat dîtin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/852fc3c1a246e342b1ec745baeb7e517_XL.jpg )
Berpirsê beşê pêwendî û ragehandinê di rêveberiya giştî ya polîsê parêzgeha Duhokê mûqedem Hêmin Silêman ji BasNewsê re ragehand ku, îro Pênşemê termê ciwanekî temen 27 salî bi navê Hogir Ebdulhekîm Mihemed li çiyayê Zawa hat dîtin.
Berpirsê beşê pêwendî û ragehandinê di rêveberiya giştî ya polîsê parêzgeha Duhokê da zanîn ku, li gor lêkolînên destpêkê wî ciwanî bi guleyekê xwe kuştiye.
Herwiha aşkere kir ku, ew ciwan heyama du heftiyan bû ji mala xwe derketibû û bê serûçûn bû û ti kesî zanyarî li ser nedizanî, lê mixabin îro termêwî hat dîtin û bo bizîşka dadwerî hat veguheztin.
Basnews