• Wednesday, 03 July 2024
logo

‘Bijîşkekî destdirêjî kiriye ser bi dehan nexwaşan!’

Gulan Media September 5, 2018 Civakî
‘Bijîşkekî destdirêjî kiriye ser bi dehan nexwaşan!’
Li gor zanyariyên çavkaniyên Mafê Mirov li Rojhilatê Kurdistanê, bijîşkekî malbatî yê xelkê bakûrê Îranê, li gundeke ser bi bajarê Dîwandere yê parêzgeha Sine destdirêjî ser dehan jin û keçan pêkaniye.

Malpera Komeleya Mafê Mirov (Hengaw) ragehand: ‘’Bijîşkê xelkê Qamşehir ê bakurê Îranê yê bi navê M.S. ku li gundê Îbrahîmawa yê ser bi Dîwandere ya parêzgeha Sine karê şêwirmendiya malbat dikir. Lê piştre derket ku di cîha karê xwe yê li binkeya tenduristiya gund de destdirêjî kiriye ser keç û jinên nexwaş ên ji bo çareseriya bijîşkî çûne gel wî. Piştî bûyer aşkera bû bi alîkariya hêzên ewlehiyê ve bi awayek veşartî reviye.’’

Li gor heman çavkaniyê rêveberiya tenduristiya Dîwandere xwestiye bûyerê veşêre û ragehand: ‘’Piştî çend raportên vê derbarê de geheştin dest me ku destdirêjî kiriye ser nexwaşan, me kamerayên çavdêriyê li cîhê kar bicîh kirine û em ji rastiya bûyerê agahdar bûne. Lê ew kesê bijîşk li gel malbata xwe reviye.’’

Hemwelatiyek gundê Îbrahîmawa, zanyariyên navenda tenduristiyê red dike û ji Hengaw re ragehandiye ku: ‘’Xelkê gundên Îbrahîmawa, Kanî Spî û Şerîfawa gelek caran li hember wan kiryaran doz vekirine. Lê binkeya tenduristiya Dîwandere ti tiştek li hember vê yekê nekiriye û piştî ku têgeheştin xelkê wan gundan bi temamî ji vê bûyerê agahdar bûn, bi awayek veşartî xwestin wî derxin paqijiyê û ew bijîşk rêkirin bajareke din.’’

Li gor heman çavkaniyê wî bijîşkî tenê li gundê Îbrahîmawa destdirêjî kiriye ser 22 nexwaşan.

Basnews
Top