Li Hewlêrê xortekî dayka xwe kuşt
Îro danê sibê li taxa Badawa ya bajarê Hewlêrê, xortekî “ji ber arîşeyên civakî” fîşekek li dayka xwe da û kuşt.
Li gorî agahiyên BasNewsê, piştî wê rûdanê hêzên polîs ew xort û bavê wî girtin. Hat gotin ku wî xortê li sûcê xwe mukir hatiye û gotiye, ji ber arîşeyên civakî dayika xwe kuştiye.
Ew jina ku hatiye kuştin, temenê wê 55 salî û navê wê jî Semîra Hisamedîn Behadîn bûye.
Basnews