• Monday, 20 May 2024
logo

Li Rihayê ji ber erdan 4 kes hatin kuştin

Gulan Media August 27, 2018 Civakî
Li Rihayê ji ber erdan 4 kes hatin kuştin
Li navçeya Heweng a Rihayê di pevçûna ku li ser lihevnekirina erdan derketî de, 4 kesan canê xwe ji dest da.



Li gor agahiyên berdest li taxa Kizlar a girêdayî navçeya Hewengê Ramazan Ş. digel apê xwe Muslum û Şeyho Ş. ku pêştir di navbera wan de li ser heman mijara navborî pevçûn derketibû nîqaş derket.



Nîqaş di demeke kurt de bû pevçûn û Ramazan Ş. bi çekê gule berda apê xwe Muslum û Şeyho Ş. û herwiha meta xwe Narîn û jimama xwe Emine Şyê.



Muslum, Şeyho, Narîn û Emine Ş li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan.



Tîmenê cendirmeyên ku piştî agahdarkirinê çûne gund li herêmê tedbîrên ewlekariyê zêde kirin.



Cenazeyê kuştiyan bi mebesta otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Hewengê.



Hêzên ewlekariyê ji bo girtina Ramazan Şyê ku piştî bûyerê reviya xebat dan destpêkirin.

Rudaw
Top