Zaxo.. Ciwanekî bavê xwe da ber guleyan
Berpirsê ragehandina polîsê Duhokê muqedem Hêmin Silêman li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir ku, îşev ciwanekî bajarê Zaxo ji ber pirsgirêkeke civakî bavê xwe da ber guleyan û ew birîndar kir û niha jî bavê wî ciwanî li nexweşxanê di bin çavdêriya bizîjkan de ye.
Ev bûyer di demekê de rûda ku, îro li bajarê Kerkûkê jî du birayan bavê xwe kuştin û parêzgeha Wast a Iraqê ciwanekî bavê xwe da ber kêran û kuşt.