• Monday, 20 May 2024
logo

Li Qaledizê keçekê xwe şewitand

Gulan Media August 25, 2018 Civakî
Li Qaledizê keçekê xwe şewitand
Polîsê Raperîn ragehand ku, keçekê li taxa Îmam Qasim di mala xwe de xwe şewitand.

Polîsê Raperîn îro, Înê li ser malpera xwe ya fermî a Facebookê daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, êvara roja Pênşemê keçek bi navê(P.H.E) ji dayîkbûyê sala 2002 ji taxa Îmam Qasim a Qaledizê di mala xwe de xwe bi neftê şewitand.

Da zanîn ku, piştî ew keç gehandin nexweşxanê û ji ber ku, rêjeya şewtandinê %70 bû canê xwe ji dest da.Herwiha polîsê Raperîn amaje bi wê yekê kir ku, sedma şewtandinê pirsgirêkeke civakî bû û kesek ji ber bûyerê jî hat girtin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya polîsê Raperîn lêkolîn derbarê şewtandina wê keçê berdewam e.

Basnews
Top