Li Hewlêrê pevçûn: 2 kes hatine kuştin
Çavkaniyek ji polîsê Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand: “Îro li taxa Endazyaran ji ber pirsgirêkeke civakî di navbera 6 kesan de pevçûn derket. Di dema şer de 2 kes hatine kuştin.”
Heman çavkaniyê da zanîn, ku ji ber bûyerê 3 kes hatine binçavkirin û lêkolîna li ser bûyerê jî berdewam dike.
Li gorî zanyariyên Rûdawê pevçûn ji ber nakokiyên du malbatan çêbûye û paşî endamên wan malbatan li kafeteryayekî bi çekan li hev xistine.
Herwiha hate zanîn di dema pevçûnê de çend kes jî birîndar bûne.
Rudaw