Jinekê xwe bi tirombêl ve havête di sikrê Duhokê de
Raîd Hêmin Silêman rêveberê ragihandina polîsên parêzgeha Duhokê taybet bo WAARê got: Îro nîvro jineka 31 salî xwe bi tirombêl ve havête di sikrê Duhokê da û jîyana xwe ji dest da û paşan tîmên hewarhatinê termê wê ji avê derxist û bo nojdarîya dad li Duhokê hat veguhastin.
Got jî: Wê jinê nexweşîya derûnî hebû û jiber bêzarbûna wê ji jiyanê dumahî bi jiyana xwe anîye.
Waar.tv