Berpirsê asayişa Dûbiz: Ereb bi alîkariya Heşda Şeibî dest datînin ser mal û milkên kurdan
Berpirsê asayişa Dûbiz, Ebdullah Mecîd ji BasNewsê re got, erebkirina bajarokê Dûbiz û gundên derdora wê didome. Beşek ji wan erebên ku hatine gundên kurdan, erebên şîe ne.
Ebdullah Mecîd her wiha got, bê guman ew bi piştevanî û alîkariya Heşda Şeibî hatine wir û erd û milkên kurdan zeft kirine.
Wî efserê asayişê anî ziman ku li aliyekî DAIŞ êriş dike li aliyê din jî Heşda Şeibî zilmê li kurdan dike û got, rewşa xelkê Dûbiz gelekî xirab e. Hemû li bendê ne hêzên Pêşmerge vegerin wir. Ew dixwazin êdî ji zilma Heşda Şeibî û DAIŞ rizgar bibin.
Basnews