Nivîskarê Kurd Firat Cewerî ji aliyê Akademiya Swêdê ve hat xelatkirin
Nivîskarê Kurd Firat Cewerî ji aliyê Akdemiya Swêdê ve ku di heman demê de ew akademî xelatên Nobelê jî dide, ji ber ku berhemên wêjeya Swêdê li zimanê Kurdî zêde kirine, hat xelat kirin.
Firat Cewerî berhema Emil ya Astrid Lindgren û berhema Alfons a Gunilla Bergström, Antolojiya Wêjeya Swêdê, romana Bijîşk Glas a Hjalmar Söderberg, Dîwana ji bo Prensê Emgion ya helbestvan Gunnar Ekelöf, pirtûka Welatê Nebûyî ya Edith Södergran û pirtûka Barabbas ya Pär Lagerkvist li zimanê Kurdî zêde kirin. Herwiha Cewerî berhemên nivîskarên navdar ên Dostoyoveski, A. Çehov, J. Stenbeck, S. Beckett û J. P. Sartre jî li zimanê Kurdî zêde kirin.
Firat Cewerî ji ber xebatên xwe ji aliyê Akademiya Swêdê ve hêja yî Xelata Wêjeyê ya 2018an hat.
Tevî ku gelek nivîskarên cîhanê hene ku ji zêdetirî 40 berhemên Swêdî wergerandine zimanên din jî nivîskarê Kurd Firat Cewerî hêjayî wê xelatê hat dîtin. Cewerî li ser vê yekê hestên xwe wiha anîn ziman, “Dibe ku ev xelat ji ber wê yekê be ku min berhem li zimanê Kurdî zêdekirine ku hêj jî ne zimanê perwerdê ye û di bin zextan de ye da min. Ez ji wê yekê bawer im ku ev ziman dê bi Nobelê were xelatkirin.”
Basnews