Xortê ku birayê xwe kuştibû hat desteserkirin
Roja 02-07-2018an welatiyekî bi navê H.M.M. yê 30 salî li taxa Azadî ya li bajarê Silêmaniyê li mala xwe bi demançeyê hatibû kuştin.
Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê û tîmên lêkolînê gihiştin cihê bûyerê û xebatên xwe yên lêkolînê temam kirin û li ser sedema kuştinê zanyarî bi dest xistin.
Îro bi serperiştiya Rêveberê Polîsê Parêzgeha Silêmaniyê û Binkeya Polîsê Azadî tohmetbarê ku 28 salî ye û birayê xwe yê mezin kuştiye hat desteserkirin.
Polîsê Silêmaniyê ragihand ku tohmetbar birayê xwe kuştiye û piştre reviyaye û got: “Tawanbar li ber dadger tawana xwe îtiraf kir û li gor madeya 406 a yasaya cezadana Iraqê hat zindanîkirin.”