Rojhilat – Li Merîwanê jinekê xwe şewitand
Li gundê Berdereş yê bajarê Merîwanê, jinekê xwe şewitand û li nexweşxanê can da.
Wê jina han çend roj berê ji ber nakokiyên nav malbatê xwe şewitandibû û ji wê demê ve heta duhî li nexweşxaneya bajarê Sine bû lê duh danê êvarê can da.
Li gorî agahiyên malpera Hengaw, navê wê jinê Hedîs Fezirzade bûye. Hedîs dayîka zarokek biçûk bû.
Basnews