• Thursday, 28 November 2024
logo

Li Hewlêrê 2 kes ji ber kîndariyê hatin kuştin

Li Hewlêrê 2 kes ji ber kîndariyê hatin kuştin
Li bajarê Hewlêrê du kes di encama êrişeke çekdarî de hatin kuştin.

Duh bi roj li Hewlêrê, zilamek û kurê xwe ku li cihê karê xwe bûn, rastî êrişa çekdarî hatin û hatin kuştin.

Polîsê Hewlêrê ragihand, ew rûdan ji ber kinder û dijmindariyê qewimiye.

Li gorî agahiyên polîs; birayê zilamê ku duh hat kuştin, du sal berê li ser dirav û deynan kesek kuştibû, mirovên wî kesê kuştî jî tola xwe ji wî zilamî û kurê wî vekirine. Di demekî de ew zilam û kurê xwe ti pêwendiya wan bi rûdana kuştinê ya du sal berê re tinebûye.

Bi vî rengî di heyama 48 saetên borî de 4 kes ji ber kîndarî û dijmindariyê hatine kuştin, ji ber ku du roj berê jî du kes hatibûn kuştin.

Basnews
Top