• Thursday, 28 November 2024
logo

Li Hewlêrê kesek li ser ajotina otomobîlê hat kuştin

Li Hewlêrê kesek li ser ajotina otomobîlê hat kuştin
Li bajarê Hewlêrê kesek ji ber ku “berê otomobîla xwe daye otomobîla kesekî din” hat kuştin!

Polîsê Hewlêrê ragihand, şeva borî li taxa Kûranî Enkawe ya Hewlêrê li ser ajotina otomobîlê kesek hat kuştin.

Polîs da zanîn, rûdan bi vî rengî qewimiye dema kesekî berê otomobîla xwe daye otomobîleka din, di navbera şofêran de şer derketiye. Şofêrekî ji yê din re gotiye “te çima berê otomobîla xwe daye otomobîla min!” û bi demançê ew kuştiye!

Hat gotin ku kesê tohmetbar xwe teslîmî polîs kiriye.

Basnews
Top