• Sunday, 25 August 2024
logo

Si’udîye.. Yekem jin bû xwedan destûriya ajotina tirombêlê

Si’udîye.. Yekem jin bû xwedan destûriya ajotina tirombêlê
Jineka Si’ûdî navê xwe di dîroka Si’ûdîyê de tomar kir û bo yekem jin ku destûrîya ajotina tirombêlê li wî welatî bidestve bîne.
Piştî desthelata Si’ûdîyê rê li hemberî jinan vekrî ku destûrîya ajotina tirombêlê derbêxin, 10 jinên ku destûrîya nêvdewletî hebû destûrîya xwe di gel destûrîya nîştmanî ya Si’udyê guherî û vîdyoya yekem jina destûrî wergirtî li mîdyayên ‘erebî û cîhanî belav bû.
Li gorî rêveberîya hatin û çûuna Rîyaza paytext, ew pêşbînî diken di heftîyên bêt de nêzî 2 hezar destûrên ajotinê bi jinan bên dayîn.
Li îlona parsal şahê Si’ûdyê mersomek belav kir têda rê li hemberî jinan vekir ku tirombêlê bajon, lê çi jinan destûrîya navxwe nebû û rêkarên dana destûrîyê jnû hatine diyarkirin, li gorî biryara şahane li 24ê vê mehê bi fermî dê jivanê destipêkirina ajotina tirombêlê ji alîyê jinan ve biçe di bîyavê bi cihînanê de.

Waar.tv
Top