• Thursday, 28 November 2024
logo

HEWLÊR – Ji bo 25 dolaran hevalê xwe kuşt

HEWLÊR – Ji bo 25 dolaran hevalê xwe kuşt
Bikujê şofêrê teksiyê yê bi navê Mihemed Şeban li Hewlêrê hate desteserkirin. Eşkere bû, ku bikuj hevalê Mihemed bûye û ji bo 25 dolaran ew kuştiye.



Beriya çend rojan termê Mihemed Şeban ê nîştecihê Komelgeya Çire ya ser bi navçeya Şêxan a Duhokê, li nêzîkî Çiyayê Başîkê hatibû dîtin.



Bikujê bi navê (B.F) yê 30 salî, êvara roja Duşemê (21-052018) li bajarê Hewlêrê hate desteserkirin.



Çavkaniyekî ji Asayîşa Berdereşê ji Rûdawê re ragihand, ku bikuj (B.F) xelkê gundê Xatînava ya ser bi navçeya Kelekçî ya Hewlêrê ye.



Çavkaniya Asayîşa Berdereşê da zanîn, “Mihemed Şeban, ku şofêrê teksiyê bû, weke deyn 30 hezar dînar, wate 25 dolar ji (B.F) deyn wergirtiye. Paşî ji ber vî deynî di navbera herdukan de nîqaş çêdibe. Li ser vê yekê (B.F) hevalê xwe bi demançe dikuje û termê wî davêje nêzîkî Çiyayê Başîkê.”



Heman çavkaniyê ragihand, ku bikuj li xwe mikur hatiye û qebûl kiriye ku wî hevalê xwe kuştiye.

Rudaw
Top