• Thursday, 28 November 2024
logo

Li Hewlêrê jinek kuştî hat dîtin

Li Hewlêrê jinek kuştî hat dîtin
Li ser rêya Hewlêr – Bêstane, jinek kuştî hat dîtin. Polîsê Hewlêrê diyar kir ku gulleyek li serê wê hatiye berdan û jiyana xwe ji dest daye.



Berdevkê Polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Saet 04:00ê roja pêncşemê (17-05-2018) li ser rêya navbera Hewlêr û Bêstane termê jinekê hat dîtin ku gulleyek li serê wî ketiye.”



Hogir Ezîz herwiha eşkere kir ku heta niha diyar nebûye ku kê ew jin kuştiye û diyar kir ku termê wê ji bo lêkolînê şandine tiba dadî û lêpirsîna li ser bûyerê berdewam e.

Rudaw
Top