• Sunday, 25 August 2024
logo

Germiyan – Li Kelarê şagirdekê hewla xwekuştinê da

Germiyan – Li Kelarê şagirdekê hewla xwekuştinê da
Li bajarê Kelarê yê Başûrê Kurdistanê şagirdekê, ji ber ku di dersekê de qebûl nebûye, hewla xwekuştinê da!

Berdevkê polîsê Germiyan, Elî Qedûrî ragihand, îro danê sibê li taxa Bingird ya bajarê Kelarê keçeka 14 salî hewla xwekuştinê da lê tenê birîndar bû û niha li nexweşxanê tê dermankirin.

Li ser sebeba wê yekê jî Qedûrî da zanîn, wê şagirdê ji ber ku di dersekê de qebûl nebibû, fîşek li xwe dabû.

Top