• Thursday, 28 November 2024
logo

Li Berdereş li ser pirsgirêkeke civakî kesek hat kuştin

Li Berdereş li ser pirsgirêkeke civakî kesek hat kuştin
Li sînorê qeza Berdereş bi sedema pirsgirêkeke civakî kesek hat kuştin.

Berpirsê ragehandina polîsên parêzgeha Dihokê Hêmen Silêman ji BasNewsê re ragehand ku, îro, piştî nîvro li sînorê qeza Berdereş bi sedema pirsgirêkeke civakî kesek hat kuştin û kesekî din birîndar bû.

Berpirsê ragehandina polîsên parêzgeha Dihokê Hêmen Silêman da zanîn ku, ew kesê hatî kuştin li ser pirsgirêeke civakî ya kevin e, aşkere kirk u, kesê hatî kuştin û yê birîndar nêzîkî hevin û xelkê gundê Girbedûnê ne yê ser bi qeza Berdereş e.

Herwiha got ku, termê wî kesê wî kesê kuştî bo pizîşka dadwerî hate veguheztin û lêkolîn derbarê bûyerê de destpêkiriy.

Basnews
Top