• Sunday, 25 August 2024
logo

Keçên Şînawê heyanî niha jî êş û azaran dibînin

Keçên Şînawê heyanî niha jî êş û azaran dibînin
Keçên Şînawê digel derd û êşên xwe mezin dibin, û heyanî niha jî berpirsên hikûmeta Îranê sozên xwe bi cî neanîne.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa nûçegihaniya “Kurdpa”yê, heyanî niha zêdeyî 360 emeliyatên neştergerî(cerahî) ji bo ciwaniya rû û serûçavên keçên xwendingeha “Şînawê” hatine encamdan, lê parêzerê wan dersxwanan dibêje ku, tu serkevtin û ciwaniyek ji wan re nayê dîtin.

“Husên Ehmedîniyaz” parêzerê paye1 yê dadweriyê, rûpelek nû ji bo wergirtina mafê keçên Şînawê vekiriye, û daxwaz kiriye da ku di demeke kurt de wan keçan ji bo çareseriya pîzişkî ji bo derveyî welat bibin û “Diye” ji wan re bidin.

Navbirî bas ji vê jî kiriye ku hekî bersiva daxwazên yasayî yên me neyên dan, emê neçar bin di Tehranê de dest bavêjine girevê.

Li gora gotina “Ehmedîniyaz”, “Nadiya Salih” û “Mehnaz Mihemedpûr” ji qîzên Şînawê ne, ku tu demî nikarin bibin xwediyê zarokan, û “Sîma Şadkam” jî, tevî ku 4 caran hatiye emelkirin lê, heyanî niha jî êş û azarên wê dawî pê nehatine.

Navbirî bas ji vê jî kiriye ku, “Amîne Rak” zêdetirîn asta şevatê heye, û “Sîma Muradî” jî bi sebeba zorbûna asta şevatê êş û azarê di hevka xwe de dibîne, û hekî ev keça Wezîrê Perwerde û Hînkirên ba, bi vî rengî şevitîba, ev wisa hêsan bi ser de derbaz nedibûn.

Di bûyera xwendingeha keçan a gundê Şînawê ya bajarê Pîranşar a girêdayî parêzgeha Urmiyê ya ku, di sala 1391`an de qewimîbû, zêdeyî 29 keçên dersxwan ji sedî 25-75 rastî şevatê hatibûn, ku du ji wan bi sebeba zêdebûna asta şevatê jiyana xwe ji dest dan.

Agirgirtina xwendingeha Keçan a Şînawê, bandoreke nebaş li ser rewan û civakîbûna birîndaran, endamên malbat û xelkên gundê Şînawê daniye.

Top