• Thursday, 28 November 2024
logo

Li gundekî bajarê Soran kesek hat kuştin

Gulan Media February 24, 2018 Civakî
Li gundekî bajarê Soran kesek hat kuştin
Li gundekî bajarê Soran yê Başûrê Kurdistanê, kesek hat kuştin.

Şeva borî li gundê Sîtkan yê Soran kesek bi navê M.X. (40 salî) hat kuştin.

Berdevkê polîsê Soran Hawar Ergoşî ji BasNewsê re got, piştî ku em hatin agahdarkirin tîmên polîs zû xwe gihandinê cihê bûyerê.

Ergoşî her wiha got, piştî lêkolînên destpêkê kesek bi tohmeta kuştina encamdana wî sûcê hat girtin û li sûcê xwe mukir hat.

Berdevkê polîsê Soran agahiyên zêde li ser sebeba wê rûdanê neda.

Basnews
Top