Ciwanekî kurd du xuşkên xwe kuşti û reviya
Berdevkê Polîsê Germiyanê Cemal Qidûrî ragihand: "Li taxa Sedmalî ya navçeya Kelarê, ciwanekî demançe berda xuşk û zavayê xwe. Di encamê de herdu xuşkan di cih de jiyana xwe ji dest dan û zava jî bi giranî birîndar bû."
Cemal Qidûrî ragihand ku piştî tîmên polêsên Kelarê gihiştine cihê bûyerê, cenazeyê herdu xuşkan û herwiha birîndar jî rakirine Nexweşxaneya Şehîd Hêjar.