• Wednesday, 03 July 2024
logo

Li Başûrê Kurdistanê rojane 31 jin û mêr ji hev cuda dibin

Gulan Media December 20, 2017 Civakî
Li Başûrê Kurdistanê rojane 31 jin û mêr ji hev cuda dibin
i ber bandora qeyrana darayî, bêkarî û tinebûna alîkariya zewacê, marbirîna li dadgehên Herêma Kurdistanê gelek kêm bûye û li hember wê, telaq û cudabûn zêde bûye.



Li gor amarên Encumena Dadweriyê, di nav çar salên derbasbûyî de, marbirîna li dadgehên Herêma Kurdistanê sal bi sal kêm bûye, bi vî awayî ku di sala 2013an de 52 hezar û 749 jin û mêr zewicîne, lê di sala 2014an de ev hejmar bûye 43 hezar û 444, herwiha di sala 2015an de jî daketiye 43 hezar û 410ê û sala par (2016) jî ev hejmar bûye 31 hezar. Ev hejmar li gor sala 2015an, bi rêjeya %28 daketiye û li gor beriya qeyranê jî bi rêjeya %41 kêm bûye.



Rêveberê Rûbirûbûna Tundiya li dijî Jinan ê Parêzgeha Hewlêrê Jîlemo Ebdulqadir ji Rûdawê re ragihand: “Qeyrana darayî, nearamiya rewşa siyasî, bêkarî û sekinandina alîkariya ji bo zewac û xaniyan, sedemên sereke yên kêmbûna zewacê ne.”



Jîlemo Ebdulqadir diyar dike, ku eger daketina zewacê bi vî şiklî berdewam bibe, ji bo siberojê dê gelek xirab bibe, çimku ev yek dê bibe sedema daketina hejmara niştecihan û herwiha pirsgirêkên civakî jî dê zêdetir bibin.



Kêmbûna zewacê, bandorê li ser firotina zêr, cilûberg û pêwîstiyên navmalan jî dike, hetanî holên dawetan jî weke berê geş nîn in.



Xwediyê hola dawetan ê bi navê Aras Haşim Mewlûd dibêje: “Qeyrana darayî bandoreke mezin li ser karê me kir, li gor sala par, karê me %50 daketiye. Zewac li nav keç û xortên Kurd, bi giştî gelek kêm bûye, dikarim bibêjim %70ê dawetên ku di holên dawetan de têne kirin, yên keç û xortên Ereb û xelkê Sûriyê yên niştecihên bajarê Hewlêrê ne.”



Aras Haşim Mewlûd ji bo ku balê bikşîne ser zewacê, buhayê kirêya holê, heta %30 daxistiye, lê dîsa jî bandoreke berbiçav derneketiye holê.



Mewlûd aşkere kir: “Ji ber erzaniya buhayê hola me, rewşa me ji ya holên din baştir e. Hin holên dawetan hene, bûye du sal zirar dikin, hinek jî nikarin pereya elektrîk û kirêya holê jî derxin.”



Telaq û cudabûn zêde bûye



Li gor amarên Encumena Dadweriyê, di çar sal û şeş mehên yekem ên vê salê de, 33 hezar û 468 bûyerên telaq û cudabûnê li dadgehên Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin û sal bi sal hejmar zêde bûye.



Eger rojên betlane yên wan çar salan werin derxistin, ku salane li Herêma Kurdistanê 125 roj betlane ye, her roj zêdetirî 31 bûyerên telaq û cudabûnê li dadgehên Kurdistanê hatine tomarkirin.



Jîlemo Ebdulqadir amaje bi sedemên telaq û cudabûn û temenê wan jin û mêrên ku hevdû berdane dike û dibêje: “Piraniya jin û mêrên ku ji hev cuda dibin, temenên wan di navbera 15 û 25 salî de ne. Sedemên telaqê jî; pirsgirêkên aborî û civakî, daxwaza maleke serbixwe, bikaranîna nebaş a telefon û medyaya civakî, ciyawaziya temenan, nexweşî û anîna jina duyem in.”



Bi gotina Jîlemo Ebdulqadir, “Piraniya kesên ku cuda dibin, sedema rasteqîn a cudabûnê, ji dadwer vedişêrin û dibêjin 'em ji hev re nabin', lewma di amarên dadgehan de sedema vê yekê bi vî şiklî hatiye nivîsandin, lê belê li gor lêkolînên me, aliyê aboriyê, sedema sereke ya telaq û cudabûnê ye.”



Li gor amarên Encumena Dadwerî, parêzgeha Silêmaniyê di bûyerên telaq û cudabûnê de di pileya yekem de ye, piştre Hewlêr û piştî wê Duhok û dûvre jî Germiyan tê.

Rudaw
Top