• Tuesday, 23 July 2024
logo

Xortê Kurd ji zindanê derket bû milyoner

Gulan Media December 16, 2017 Civakî
Xortê Kurd ji zindanê derket bû milyoner
Bi mebesta teşwîqê, her sal penaberên ku nû hatine, bi çîrokên biyaniyên serkevtî yên Swêdê têne nasandin, îsal çîroka xortekî Kurd bûye çîroka serkevtinê û ne tenê ji bo koçberan, herwiha ji bo xelkê Swêdê jî bûye mînaka serkevtinê.

Erdewan Yeiqûb li Kerkûkê jidayîk bûye û 34 salî ye, ji ber bazirganiya madeyên hişber, li Swêdê ketiye girtîgehê, lê zindan jiyana wî guhert û niha yek ji xortên milyoner ên Swêdê ye û ew welat bi wî şanaz e.

Êş û jana rêya koçberiyê

Erdewan Yeiqûb dema ku li Kerkûkê bûye, xwestiye bi malbata xwe re, ber bi Ewropayê koç bike, lê belê rêwîtiya wî di destpêkê de ne xweş dest pê kiriye.

Yeiqûb çîroka rêwîtiya xwe ji Rûdawê vegot û diyar kir: “Dema ku ez gihiştim Tirkiyê, du qaçaxçî çi qas pereyên min hebin hemû ji min standin. Zêdetirî 11 meh li ser cadeyan mam. Min bermahiyên xwaringehan dixwarin, pereyên min tinebûn ku ez herim hemamê, ez tûşî nexweşiyeke pîs bûm û hêj ji destê wê nexweşiyê dinalim.”



Piştî demekê, li Stenbolê karek dikeve destê wî, bi rojan li çayxaneyekê û bi şevan jî li hotêlekê dixebite. Piştî ku hinek pereyan berhev dike, ji Stenbolê ber bi Yûnanistanê bi rê dikeve, ji wir jî ber bi Romanyayê, piştre jî ber bi Îtalyayê, lê li wir tê girtin û şeş meh di girtîgehê de dimîne.



Ji bo Erdewan Yeiqûb jiyana zindanê weke dojehê bûye heta ku koçberekî ji Efxanistanê nas kiriye. Yeiqûb diyar dike: “Li wir her tişt bi pere bûn, nan, av, cihê razanê, betanî, her roj pere pêwîst bû, di nav girtîgehê de kirîn û firotin hebû, tiştê baş tenê ew bû ku di nav girtîgehê de min xortekî bi navê Zuhad nas kir.”



Erdewan Yeiqûb başiyên Zuhad ti car ji bîr nake û dibêje: “Li zindanê ji gelek pirsgirêkên mezin, Zuhad ez rizgar kirim, dema ku em azad bûn, ez birim Norwecê û piştre jî Swêdê.”



Zuhad bi tawana kuştina kesekî 11 salî hatibû zindanîkirin, li girtîgehê jî bi rêya koçberên Kurd fêrî zimanê Kurdî bûye.



Erdewan Yeiqûb gelek dixwaze Zuhad bibîne û dibêje: “Heta Norwecê em bi hev re bûn, piştre ber bi Goteborgê ez bi rê kirim, mixabin piştre agahiya me ji hev çê nebû, min gelek hewl da, lê bêsûd bû, nabe ku li jiyanê mabe, çimku pirsgirkeke wî ya mezin hebû.”



Dema ku Yeiqûb digihîje Swêdê, di demeke kin de weke penaber tê qebûlkirin û mafê mana li Swêdê werdigre, li bendê bû jiyaneke nû ya ku hemû xem û derdên pênc salên derbasbûyî bide jibîrkirin bijî, lê berovajî wê bûye û tûşî zindanîkirina çend salên din hat.



Piştî ku di sala 2006an de diçe kursa fêrbûna ziman, li wir çend koçberên Kurd û Faris nas dike û jê dixwazin ku li gel wan bixebite, Erdewan dibêje: “Wan ez fêrî wê yekê kirim ku çawa ez dikarim di demek kin de dewlemend bibim, lê nizanibûm ku careke din ev yek dê serê min bixwe.”



Karê ku Erdewan behsa wî dike ew bû ku her roj hinekî madeyên hişber têxe nav bêrîka xwe û ji Stokholmê bigihîne bajarê Upsala û li wir radestî hin kesan bike û vegere.



Erdewan Yeiqûb dibêje: “Gelek hêsan bû, tenê weke meşê bû, ji bo her seferê, ji 5 heta 6 hezar kron min werdigirtin (nêzîkî 800 dolarên wê çaxê).



Yeiqûb aşkere dike, ku ji karê xwe kêfxweş nebû û behsa wan kesên ku ew madeyên hişber didan dike û dibêje: “Di nav wan de kesên diyar, mamosteyê zanîngehê û hunermendên naskirî yên Kurd hebûn ku min ji wan werdigirtin, yan jî weke min, firoşkar bûn.”



Piştî çend mehan, Erdewan Yeiqûb rojekê hatiye desteserkirin û dûvre 3 sal zindanî bûye û 5 sal di bin çavdêriyê de maye, lê belê li wir ji bo wî qonaxeke nû dest pê kiriye.



Erdewan Yeiqûb li ser girtîgehê dibêje: “Ew der ji bo min weke dibistanê bû, min kursa ziman bi awayekî baş temam kir û sê mamosteyên min ên derûnnasî û fêrkirina pîşeyê hebûn.”



Serperiştyarên girtîgehê hîs dikin ku reftarên Erdewan bi temamî guherîne, lewma beriya ku cezaya xwe temam bike, hatiye berdan.



Piştî ku ji girtîgehê derketiye, pîşeya ku li girtîgehê fêr bûye, li derve domandiye, lê di destê wî de kelepçeya elektronîk hebûye.



Erdewan Yeiqûb li qesabxaneyekê dest bi kar dike, piştre li marketeke biçûk a li başûrê rojavayê Stokholmê dixebite ku niha ew market, a wî ye û şeş qat mezintir kiriye. Yeiqûb dibêje: “Mebesta min ne ew bû ku tenê kar bikim û bijîm, yan jî pere kom bikim, mebesta min ew bû ku ez fêr bibim, ez li zindanê fêrî jiyanê bûm.”



Bi rêya krediya bankê bi dikaneke kirê û bi marketeke goşt, bûye şirîk. Piştre bi rêya kirîna çend pişkan, bûye xwediyê kargehekê û dûvre çûye marketa ku ew têde xebatkar bû kirriye. Erdewan Yeiqûb dibêje: “Ji bo pêşketina karên min, bankeyan gelek hêsankarî ji bo min kirin û krediyên gelek mezin dan min.”



Xortê ji bajarê Kerkûkê, piştî ku ji girtîgehê derketiye di nav pênc salan de bûye xwediyê marketeke mezin û xwaringehek û herwiha %65ê mezintirîn şûştingeha otomobîlan a li Stokholmê.



Erdewan Yeiqûb ku niha yek ji wan xortên herî dewlemend ên Swêdê ye dibêje: “Hin meh hene zêdetirî nîv milyon kron bac didim hikûmetê, nêzîkî 50 kes li cem min dixebitin, zêdetirî 250 kes ji projeyên min ên bazirganiyê sûd werdigrin. Her roj nêzîkî 800 muşteriyên min hene.”



Bi vî awayî Erdewan li Swêdê bûye kesekî naskirî, lê dibêje: “Li paş çîroka serkevtina min, dinyayek trajedî û xem, dinyayek qurbanîdan û mandîbûn hene.”

Rudaw
Top