Li sînorê parêzgeha Silêmaniyê hemwelatiyekê dawî bi jiyana xwe anî!
Berdevkê polîsê qeza û bajarokên Silêmanî Îqbal Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 10.12.2017ê binkeyê polîs ê nahyeya Tasluce ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê re hatiye ragehandin, ku hemwelatiyek bi navê (I. R. S.) ku temenê wî 35 sale û Pêşmerge bûye, li mala xwe ya li gundê Daretû, bi şûtikê ve xwe xeniqandiye û dawî bi jiyana xwe aniye.’’
Herwaha got: ‘’Piştre bi armanca kontrol û lêkolîna bijîşkî termê wî, ji nexwaşxaneya bijîşkî ya dadî ya Silêmaniyê re hatiye rêkirin û binkeyê polis ê Tasluce jî lêkolîn derbarê bûyerê de pêktîne.’’
Basnews