• Wednesday, 03 July 2024
logo

Dayîkekê bi awayekî hovane zarokê xwe îşkence kiriye

Gulan Media December 8, 2017 Civakî
Dayîkekê bi awayekî hovane zarokê xwe îşkence kiriye
Li bajarê Hewlêrê dayîkekê bi awayekî nemirovî zarokê xwe yê 8 salî îşkence kiriye û 20 roj li nav hewşa malê hiştiye.

Zarokekî 8 salî ku di wê malbatê de herî biçûk ew e, bi alîkariya zirbav û birayên wî, ji aliyê diya xwe ve bi awayekî nemirovî hatiye îşkencekirin û hemû laşê wî birîn e.

Bi hinceta ku zarokekî nerehet e, 20 roj li hewşa malê hatiye girêdan û di nav du mehên derbasbûyî de jî, tenê piçek nan û mast dane wî.

Piştî ku cîranên wê malbatê, rewşa zarok ji aliyên peywendîdar re gilî kirine, zarok ji destê dê û zirbavê wî hate rizgarkirin.

Zarokê ku ji aliyê diya xwe hatiye îşkencekirin li nexweşxaneyê ji Rûdawê re ragihand, ku diya wî her roj bi darê li wî dixist û birayên wî jî dengê xwe nedikirin. Herwiha aşkere kir, ku dewsa birînên li ser rûyê wî jî ji ber lêdana bi darê ne.

Zarokê 8 salî diyar kir, ji ber ku îro hatiye rizgarkirin, ew gelek kêfxweş e ku ji wê îşkenceyê xilas bûye.

rudaw
Top