Başûr – Tundiya li dijî zilaman zêde bûye
Serokê Yekitiya Zilamên Kurdistanê Burhan Elî ji BasNewsê re got, îsal tundiya li dijî zilaman li gorî par zêde bûye û gelek binpêkariyên cuda ji aliyê jinanan ve li dijî zilaman hatine kirin.
Burhan Elî her wiha got, yek ji sebebên zêdebûna tundiyê li dijî zilaman, kirîza darayî ye. Ji destpêka îsal ve heta niha 596 gilî ji aliyê saziya me ve hatine tomarkirin.
Serokê Yekitiya Zilamên Kurdistanê da zanîn ku îsal 6 zilam ji aliyê jinên xwe ve û bi alîkariya kesên din hatine kuştin û got, helbet gelek zilam jî ji aliyê jinên xwe ve rastî lêdan û tundiya fîzîkî hatine.
Basnews