Silêmanî – Welatiyek hat kuştin
Berdevkê polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed ji BasNewsê re got, îro danê sibê li taxa Kurdsat ya bajarê Silêmaniyê, welatiyekî bi temen li ber qutabxaneya “Leyla Zana” hat kuştin.
Serkewt Ehmed her wiha got, heta niha nayê zanîn ew welatî çima û ji aliyê kê ve hatiye kuştin ji ber ku heta hêzên polîs çûbûn cihê bûyerê, qatil reviyabû.
Basnwes