• Wednesday, 03 July 2024
logo

Ranya..Welatiyek bi guleyan hate kuştin

Gulan Media November 14, 2017 Civakî
Ranya..Welatiyek bi guleyan hate kuştin
Duh Duşemê 13.11.2017 kesek li bajarê Serûçawe yê ser bi bajarê Ranya hate kuştin.

Berdevkê polîsên Raperîn Şoreş Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand ku, welatiyek bi navê(Ê.A) temen 41 salî duh, piştî nîvro kesek li bajarê Serûçaweyî ser bi bajarê Ranya ji aliyê du kesan ve li nav otombîla xwe de bi guleyan hate kuştin.

Herwiha berdevkê polîsên Raperîn Şoreş Îsmaîl da zanîn ku, piştî bûyerê hêzên polîs û asayîşê sînor giheştin cihê bûyerê û termê wî welatî bo pizîşkên dadwerî veguheztin.Got jî heta niha hewlên girtina kujeran berdewame û lêkolîn jî destpêkirine.

Basnews
Top