Bikujê du ciwanên qeza Dûkanê hatin girtin!
Berdevkê polîsê nahye û qezayên Silêmanî Îqbal Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew kesê ku gule berdabû çar ciwanên gundê Cublax a nêzîk bajarê Dûkanê, bû sedem ku du kes jiyana xwe ji dest bidin, herwaha du kes jî birîndar bibin. Her şeva borî derengê şevê polîsê Dûkanê karî wî kesî bigre.’’
Berdevkê polis got: ‘’Piştî girtina wî gunehbarî jî li tewanê xwe mûkir hat û li gor zanyariyên destpêkê pirsgirêk ji ber alozî û li hev tênegeheştina di navbera wan kesan de geheştiye wê astê.’’
Basnews