Zilamek Îranî destdirêjî dike ser zarokek temen du salî
Roja yekşema borî li taxeke bajarê Reşt ê bakûrê Îranê, hemwelatiyan polîs agahdar kirin û polis bi şikandina deriyê malê ve ketin malê û zarokê temen du sal dîtin ku di xwînê de mane û ew gehandine nexwaşxanê. Piştî gehandina nexwaşxanê ya wî zarokê temen du sal, hate dîtin ku di devê wî û difna wî û di qûna wî de xwîn tê û piştre jî jiyana xwe ji dest da.
Piştî dayîka wî zarokî bangî dadgehê hate kirin, ragehandiye ku ew dozê li dijî hevjînê xwe yê duyem venake. Lê ji ber mirina zarok dadwer bav û zirbavê Ahura bang kiriye û piştre bo lêkolîna zêdetir hukmê girtinê ji bo dayîk û zirbabê wî zarokê hatiye û bi tewana kuştina wî zarokî ve hatine girtin.
Basnews