Dihok..Zilamekî kurê xwe kuşt
![Dihok..Zilamekî kurê xwe kuşt](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/ddb1edb3ce33313cfbf7358ac389856f_L.jpg )
Berpirsê ragehandina polîsên parêzgeha Dihokê Hêmen Silêman ji BasNewsê re ragehand ku, ji ber pirsgirêkeka civakî îro, 5.10.2017 li sentera parêzgeha Dihokê demijmêr 11:00 sibehê li taxa Şaxkê zilamekî danemer kurê xwe yê temen 40 salî da ber guleyan û kuşt.
Herwiha Berpirsê ragehandina polîsên parêzgeha Dihokê Hêmen Silêman diyar kir ku, tawanbar piştî kuştina kurê xwe xwe radestî polîsên Dihokê kir û lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam e .
Basnews