Polîsê Hewlêrê: Bijîşkekê dawî bi jiyana xwe anî
![Polîsê Hewlêrê: Bijîşkekê dawî bi jiyana xwe anî](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/f0e24fe32e28fce7311d8fdfa80ede36_L.jpg )
Îro 05.10.2017ê rêveberiya polîsê Hewlêrê bi daxuyaniyeke li tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Îro serê sibê demjimêr 06:00ê polîs hate agahdar kirin ku bûyerek li taxa Karkeran pêkhatiye. Piştî geheştina polîs a cîhê bûyerê, aşkera bû ku hemwelatiyek bi navê Hewrê Omer Sultan ku temenê wî 35 sal bûye û bijîşkê didan bûye. Piştî ku polîs ket odeya wî diyar bû ku wî bijîşkî xwe darve kiriye û dawî bi jiyana xwe aniye.’’
Herwaha polîsê Hewlêrê ragehand, ku termê wî bijîşkî ji bo lêkolînê ji bijîşkê dadî re hatiye rakirin.
Basnews