• Tuesday, 23 July 2024
logo

Li Hewlêrê bavek bi tevê 2 kurên xwe hate kuştin

Gulan Media September 29, 2017 Civakî
Li Hewlêrê bavek bi tevê 2 kurên xwe hate kuştin
Li bajarokê Daretû ya Hewlêrê bavek û 2 kurên wî ji ber arîşeyekî civakî hatine kuştin. Polîsê Hewlêrê jî ragihand, ku tometbar hatine girtin.

Berdevkê Polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz ji Rûdawê re ragihand: “Demjimêr 19.30ê şeva Pênşemê 28-09-2017, ji ber aşîreyekî civakî di navbera du malbatan de pevçûn derket. Di encamê de bavek bi tevê 2 kurên xwe hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.”

Ezîz da zanîn, ji malbata ku bav û 2 kur hatine kuştin kurek jî birîndar bûye. Herwiha ji malbata din kî 4 bira û keçek birîndar bûne.

Polîsê Hewlêrê piştî bûyerê dest bi lêkolînê kir. Hogir Ezîz da xuyakirin, ku tometbar hatine binçavkirin û sedema bûyerê tê lêkolînkirin.

Rudaw
Top