Gelo qelewbûn bandorê li seksê dike?
Pisporê mîz û zawzê li Almanyayê Olîver Grala dibêje, di navbera mezinbûna zik an jî ûr û kêmbûna şiyana seksê de pêwendî heye. Qelewî dibe sedema reqnebûna organê zilamtiyê (çûk) û bi awayeke giştî kêmbûna şiyana seksî.
Grala diyar dike, ku qelewbûn bi tûşbûna nexweşiyên xwîn û şekirê ve pêwendîdar e. Bi demê re ev yek bandorê li boriyên xwînê dikin û dihêlin ev boriyên xwînê, an ku demar teng bibin. Ev yek jî dihêle ku weke pêwîst xwîn negehe çûk, ji lewra şiyana reqbûnê kêm dibe.
Li gel vê yekê, kêmbûna reqîniya çûk, weke agahdariyeke pêşwexte ji bo metirsiya celte an ku krîza dil û mejî. Ji ber ku carna reqbûna demarên xwînê dibe sedema van nexweşiyan.
Pisporê alman dibêje, beza li derdora ûr û zikê mirov, ji beza endamên din ên mirov metirsîdartir e. Çimkî beza zikê mirov, bi awayeke çalak des bi derxistina hinek hormonan dike, ku ev hormone jî berberiyê li gel hormonên nêrbûnê, an ku zilamtiyê dikin. Ev hormon daxwaz û şehweta seksê û herwiha reqbûna çûk kêm dikin.
Zanîngeha Harwardê jî li ser vê yekê di heyama 14 salan de, li ser hejmareke zilaman lêkolînek kiriye.
Di encama vê lêkolînê de jî eşkere bûye, ku ji sedî 90 qelewî dibe sedema lawazbûna seksê. Wate, ji sedî 90ê kesên qelew berawirdê kesên xwediyê kêşeke asayî xwedan şiyana seksê nînin.
Rudaw