MÛŞ – Ji malbata xwe 5 kes kuşt
Li gorî agahiyan, kesê bi navê Mehmet Can Aykan, demjimêr 10.00ê şeva derbasbûyî (07-09-2017), çji cihê kar vegeriya mala xwe ya li taxa Sunguyê.
Ji ber sedemeke ne diyar karmendê ewlekariya taybet Mehmet Can Aykan bi tifingê gule berda ser endamên malbata xwe.
Di dema bûyerê de xwîşka wî Ayten Aykan, jinbirayê wî Sultan Aykan ve bûka mamê wî Besra Aykan canê xwe ji dest dan. Herwiha kurê wî yê yek salî Musab û hevjîna wî Wahide Aykan jî bi giranî birîndar bûn.
Birîndar ji bo dermankirinê rakirine Nexweşxaneya Mûşê lêbi tevê hemû destwerdanan jî Musab û Wahide jî canê xwe ji dest dan.
Termê kesên hatine kuştin, ji bo lêkolînê rakirine pîzşkê dadî.
Piştî bûyerê Mehmet Can Aykan reviya û ji bo girtina tawanbar li herêmê operasyon tê kirin.
Rudaw