Li Raniyeyê xortek hate kuştin
Rêveberê Polîsê Raniyeyê Leşkir Seîd ji Rûdawê re ragihand: “Îro roja înê 1ê Îlona 2017an piştî nîvro li Parka Derwazeya Raperînê xortek bi kêran hate kuştin. Kujerê wî xortî hate desteserkirin û li ser bûyerê lêkolîn berdewam e.”
Leşkir Seîd herwiha diyar kir: “Ji ber ku lêpirsîna bûyerê berdewam e, em nikarin zanyariyên zêdetir aşkere bikin.”
Rudaw