• Tuesday, 23 July 2024
logo

Li Çemçemalê pêşmergeyek hat kuştin

Gulan Media August 28, 2017 Civakî
Li Çemçemalê pêşmergeyek hat kuştin
Li bajarokê Şoreşê yê ser bi navçeya Çemçemalê ve termê pêşmergeyekî bi mirî di nava otomobîla wî de hat dîtin.

Îro yekşembî 27ê Tebaxa 2017ê li bajarokê Şoreşê ku ser bi navçeya Çemçemal a li parêzgeha Silêmaniyê ve ye, termê pêşmergeyekî di nava otomobîlekê de hatiye dîtin.

Li gorî zanyariyan, navê wî pêşmergeyî Merîwan Mistefa ye û temenê wî 29 salî bûye, ku bi gulle di nava otomobîla xwe de hatiye kuştin.

Rêveberê Bajarokê Şoreşê, Serwer Ehmed di dauxyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Ew pêşmerge dema şev ji mala xwe çûye derê û nevegeriyaye. Îro yekşembiyê jî kesûkarên wî hêzên ewlehiyê ji diyarnebûna wî kesî agahdar kirine.”

Serwer Ehmed da xuyakirin, ku “piştî lêkolîn û lidûvçûna hêzên ewlehiyê, termê wî pêşmergeyî di nava otomobîla wî ya taybet de li devera Meydan a bajarokê Şoreşê hat dîtin, ku derket holê bi gulleyekê hatiye kuştin.”

Rêveberê Bajarokê Şoreşê destnîşan kir, ku heta niha sedema vê bûyera kuştinê nehatiye zanîn û tekez kir, ku hêzên ewlehiyê bo zanîna rastiya bûyerê dest bi lêkolînê kirine.

Rudaw
Top