• Tuesday, 23 July 2024
logo

Kerkûk – Jinek ji aliyê tiyê xwe ve hat kuştin

Gulan Media August 26, 2017 Civakî
Kerkûk – Jinek ji aliyê tiyê xwe ve hat kuştin
Li bajarê Kerkûkê, jinek ji aliyê tiyê (birayê hevjînê wê) xwe ve hat kuştin.

Berdevkê polîsê Kerkûkê Efrasiyaw Kamil ji BasNewsê re got, şeva borî li taxa Wasit ya Kerkûkê, jineka ereb ji aliyê tiyê xwe ve hat kuştin.

Wî efserê polîs da zanîn, ew jina ereb xelka navçeya Riyaz ya Hewîcê bû û ji ber şer koçberî Kerkûkê bibû û got, piştî bûyerê, tohmetbar teslîmî polîs bû û niha di lêpirsînê de ye.

Basnews
Top