• Tuesday, 23 July 2024
logo

Li Afrîqa başûr bûyerek sosret: 4 kes bi tewana mirov xwarinê dê bên darizandin!

Gulan Media August 23, 2017 Civakî
Li Afrîqa başûr bûyerek sosret: 4 kes bi tewana mirov xwarinê dê bên darizandin!
Li Afrîqa başûr4 kesên ku di mala wan de perçeyên bedena mirovan peyda bun wê bi gunehbariya Yamyamî ango mirov xweriyê bên darizandin

Li bajêrê Durban yê başûrê Afrîqa 4 kes bi îdîaya mirov xweriyê hatin bin çav kirin. Hat ragehandin ev kesên ku temenê wan 22 û 32 salî ne wê ji kujerî û plana ji bo kujeriyê danîne bêne darizandin.

Yek ji gunehbarên ku wê bêne darizandin, bi gotina ‘’Ez ji xwarina goştê mirovan têr nebum’’ xwe radestî polîsan kir.

Gunehbarê ku di lêpirsînê de bu, dest û lingekî mirovekî nîşanî polis da. Piştre li maleke ku vî kesî li navçeya Kwazulu Natal danîşan hejmareke mezin bereyên bedena mirovan peyda bu.

Berdevkê ewlekariyê Escort diyar kir, dibe ku perçeyên hîn mezin yên terman ên gunehbaran hebe. Polîsê ku lêpirsîn berfireh kirî, ji kesên ku xizmên wan winda bune alîkarî xwast. Ji bo ku diyar bibe ev parçayên ku di wê male de peyda bun tenê girêdayî yek kesîne yan jî girêdayî pir kesane ji pisporên tiba edlî alîkarî hat xwastin.

Li Durban ê berî mehekî di çenteyên piştê yê kesekî de sere mirovan derketibu û ew kes hatibu bin çav kirin.

Basnews
Top