• Tuesday, 23 July 2024
logo

Hevzayend Asya: Şermê ji me nekin, em jî mirov in

Gulan Media August 19, 2017 Civakî
Hevzayend Asya: Şermê ji me nekin, em jî mirov in
Transsexuel ango hevezayendek Bakurî Asya ku li bajarê Amedê dijî, naxwaz e ne rûyê wê û ne jî bajarê wê eşkere bibe, bi navê xwe yê guhertî piştî ku zayenda xwe guhert, ji aliyê malbata xwe ve hate qewirandin û hîn jî gefa kuştinê li wê tê xwarin.

Hevezayenda Kurd, ji Rûdawê re axivî û got: “Em jî mirov in û em jî dixwazin bijîn”. Ji aliyeke din ve, Li gor raporeke parlamentoya Tirkiyeyê di 6 salên dawî de, 34 hevezayende hatine kuştin.

Asya Kurdeke Bakûrê Kurdistanê ye, Naxwaza ku ser rûyê wê li ser ekrana televîzyonê eşkere derkeve, ew hevzayend e, dema ji damena dayika xwe xuliqî, zarokek kur diyar bû, lê piştre bi mezinbûnê derkevt holê ku ew ne kur e.

Asya hîn zarok bû, ji civatên jinan hez dikir, kirasên jinan li ber xwe dikir, ew kur bû, lê xewn û xeyalên wê, ji asoya zarokên hevalên wê yên kur cuda bû.

Hevezayenda Kurd, Asya dibêje: Dema ku kes li mala me nebû, min kirasên dayika xwe li ber xwe dikir, min hundirê xanî paqij dikir, min firaqan dişûşt, bala min her tim li ser tewrên Xwîşkên min, xaltîk û metikên min bû.

Piştî salên borî ew kemilî bû, şer û nakokiya gîhan û laşê wê her diçû dijwartir dibû, êdî nema dikariya wê barê hilgire, çi barê laşê wê, çi barê zexta malbata wê, ji malê reviya û çû. Stenbolê, niha dibin gefa mirinê de ye.

Asyayê got: “Malbata min jî wek her malbatên Kurd, min bi vî halê min qebûl naqin, dibêjin em te lu ku derê bibînin emê te bikujin, Ez Kurdek Bakurî me; lê ji bilî Amedê newêrim herim cîheke din, Ez jî divêm herim li bajarên Bakur bigerim; lê ez newêrim.”
Niha her kêliyê jiyana wê di bin tirsê de ye, û tu karek nîne xwe li ber bigire, Asya dibêje ku civat bi qasî ajalek be jî qîmetê nade me, û lê zêde dike “ hîn kes hene keyfa xwe bi me dikin, ; lê li derva qesta kuştina me dikin.

Hevezayenda Kurd herwiha da xuyakirin: “Ez her tim bi tirs im, dema dimeşim; li meşîneyê siwar dibim, radizêm; her tim tirs di dilê min de ye; lê êdî ez canbêzar im, naxwazim bi tirs bijîm, tu kesek alîkariya min nake, tu kesek karek nade min, ez niha xebatên sexê dikim; lê ev yek ne bi dile min e, ji neçariyê vî karê dikim, ez rabim dikanek vekim û firoşkariyê bikim dê kê were j imin tiştek bistîne?”

Hevzayenda Kurd di berdewamiya axavtina xwe de dibêje: “Ez bi 3 caran bêsûd hatime dinê yek bo Kurd im û hevalên min sivikatî bi Kurdîtiya min dikin, 2 ez jin im, 3 ez jineka hevzayende me; ku tim di bin zext û zordariya mêran de me.”

Herwisa ew bang li sazî dezgeh û sîyasetmedarên Kurd dike.

Asya wiha dibêje:

“Wek herkesî em jî, mafên xwe dixwaz in. Partiyên Bakur, çi HDP û çi yên Kurdistanî, bila me ji bîr nekin, em rastiyeke civakî ne, bila ji me şerm û fedî nekin, em bi xwe ji xwe fedî nakin.”

Asya, ji bo xemla xwe her tim tê cem Kuafor Bedriye, Kuafor Bedriye ne tenê jê re dikandar her wisa dost û yar e, dikana Bedriye jê re wek klînekeke psîkiyatriyê ye, pirî caran, kûl keser, êş û janên wê, li vê derê bi keyfû şahiyê re cîh diguhure.

Kuafor, Bedriye jî di axavtineke li gel Rûdawê de, berevaniyê di ber mafên hevzayendan de dike û dibêje, nabe ku ti kes zarokên xwe ji ber hevzayendiyê ji mal bavêje.

Bedriye dibêje: Hevezayendetî dibe ku di her malbatek da derkeve, ev tiştek pir normal e, nabe ku mirov zarokên xwe yên bi vî rengê bavêje, divê mirov li wana xweyîtî bike.

Li gor raporeke parlamentoya Tirkiyeyê, di 6 salan de li tevahiya Tirkiye û Bakur, 34 Transexuel hatine kuştin, herî zêde bûyerên kuştinê li bajarê Stenbolê pêk hatiye û kiryarên kuştina wan 81 ji sedî malbatên wan hevzayendeyan bi xwe ne.

Rudaw
Top