Xebat ...Bi sedema pirsgirêkeke civakî kesek hate kuştin
![Xebat ...Bi sedema pirsgirêkeke civakî kesek hate kuştin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/kustindiwan347668.jpg )
Berdevkê polîsên Hewlêrê Raid Hokir ji BasNewsê re ragehand ku, vê êvarê 24.07.2017 Hêzên polîsan derbarê bûyereka kuştinê li gundê Kele ser bi bajarokê Xebat hatin agehdarkirin û çûn cihê bûyerê.
Herwiha Berdevkê polîsên Hewlêrê Raid Hokir da zanîn ku, demijmêr 8 êvarî ew buyer qewimî û kesek bi navê Dîlawer Yesif temen 23 sal ji aliyê kesekî din nêzîkî malbata wî hate kuştin û birayê wî birîndarbû.Aşkere kir ku, sedema bûyerê jî pirsgirêkeke civakî û heta niha kujer nehatiye desteserkirin.
Li gor zanyariyên BasNewsê ew kesên şerûpevçûn di nav wan de derketiye kur xal û kur metê hevbûn.
Basnews