• Tuesday, 23 July 2024
logo

Kargeheke cipsan derfeta kar daye 35 jinên koçber

Kargeheke cipsan derfeta kar daye 35 jinên koçber
Li Başûrê Kurdistanê hejmareke mezin ji penaberên Rojavayê Kurdistanê xwedî û kar û rola xwe ne.

Di kargehekê de ku nû li Hewlêrê hatiye vekirin 35 jinên penaber ên Rojavayê Kurdistanê têde kar dikin, ew her roj ji kampa Quştepe têne nav vê kargehê daku kar bikin û aboriya xwe û malbatên xwe bi rêya vî karî dabîn bikin.

Li Hewlêrê bi piştgiriya Konsulxaneya Hollandayê ya Hewlêrê û Wezareta Çandiniya Herêma Kurdistanê kargehekê ya patatayên (kartolan) hatiye vekirin ku cipsan çêdike.

Vê kargehê di yekem sala xwe de 19 hezar ton patate bi kar aniyê û di navbera kargeh û cotkaran de 500 kes kar dikin.

Ev kargeh di yekem sal de 19 hezar tonên Petateyên xav bikar aîne û 500 karmend di navbera karker û cotkaran têde kar dikin.

Bi destxistina kar li Herêma Kurdistanê pir zehmet bûyê bi taybet ji penaberên ku li kampan dimînin lê vekirina vê gerkehê derfta kar ji 35 jinên penaberên Rojavayê Kurdistanê peyda kiriye.

Dema ku kesê penaber xwedî dahat be ev yek gelek pirsigrêkên penaberiya wan çarser dike,û dema ku ew penaber jin be ji bilî pirsgerêkên madî, kar bawriya jina penaber bi hebûna wê zêdetir dibe û morlê wê jî bilind dibe nexasim ku ji karê xwe razî be.
Li Başûrê Kurdistanê hejmareke mezin ji penaberên Rojavayê Kurdistanê xwedî û kar û rola xwe ne. Di kargehekê de ku nû li Hewlêrê hatiye vekirin 35 jinên penaber ên Rojavayê Kurdistanê têde kar dikin, ew her roj ji kampa Quştepe têne nav vê kargehê daku kar bikin û aboriya xwe û malbatên xwe bi rêya vî karî dabîn bikin. Li Hewlêrê bi piştgiriya Konsulxaneya Hollandayê ya Hewlêrê û Wezareta Çandiniya Herêma Kurdistanê kargehekê ya patatayên (kartolan) hatiye vekirin ku cipsan çêdike. Vê kargehê di yekem sala xwe de 19 hezar ton patate bi kar aniyê û di navbera kargeh û cotkaran de 500 kes kar dikin. Ev kargeh di yekem sal de 19 hezar tonên Petateyên xav bikar aîne û 500 karmend di navbera karker û cotkaran têde kar dikin. Bi destxistina kar li Herêma Kurdistanê pir zehmet bûyê bi taybet ji penaberên ku li kampan dimînin lê vekirina vê gerkehê derfta kar ji 35 jinên penaberên Rojavayê Kurdistanê peyda kiriye. Dema ku kesê penaber xwedî dahat be ev yek gelek pirsigrêkên penaberiya wan çarser dike,û dema ku ew penaber jin be ji bilî pirsgerêkên madî, kar bawriya jina penaber bi hebûna wê zêdetir dibe û morlê wê jî bilind dibe nexasim ku ji karê xwe razî be.

Top