• Tuesday, 23 July 2024
logo

Li Hewlêrê du kes hatine kuştin

Li Hewlêrê du kes hatine kuştin
Li navçeya Xebatê ya Hewlêrê, di encama êrîşeke çekdarî de 2 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest da. Polîs bûyerê lêkolîn dikin.



Şeva Sêşemê 27-06-2017, li navenda navçeya Xebatê ya Hewlêrê, 2 hemwelatî di encama êrîşeke çekdarî de hatine kuştin.



Derbarê mijarê de Berdevkê Polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz ji Rûdawê re ragihand: “Êrîş demjimêr 10:30ê şeva Şemiyê qewimî. Piştî ku hêzên me gihitşine cihê bûyerê, dest bi lêkolînan kirin. Lê 2 kes hatibûne kuştin.”



Ezîz da zanîn, ku sedema vê êrîşê pirsgirêkeke civakî ye û hê jî tomatbar xwe nedaye dest.



Piştî êrîşê dîdevanan dîmenên cihê bûyerê ji Tora Medyaya Rûdawê re şandin

Rudaw
Top