Bav û kurekî cîranê xwe kuştin û reviyan
Rêveberê Polîsê Xurmalê Tiwana Fatîh ji Rûdawê re ragihand, bûyer li gundê Şîremer qewimiye. Xizmên kesên ku hatiye kuştin dibêjin, bav û kur gule li cîranê xwe reşandine û polîs li herdû tohmetbaran digerin. Hat ragihandin, ku Polîsê Xurmalê otomobîl û çekên tohmetbaran desteser kirine. Lê tohmetbar bi xwe nehatine desteserkirin û herwiha tohmetbarê sereke pêşmerge ye. Herwiha xizmên kesê ku hatiye kuştin dibêjin, tohmetbar li Hewlêrê, xwe veşartine. Rêveberê Polîsê Xurmalê Tiwana Fatîh diyar dike, ku ferman dane hemû bajar û bajarokan, da ku kujer werin zeftkirin. Weke din Polîsê Xurmalê ragihand, sedema şer arîşeyên civakî ye. Hemwelatiyê ku hatiye kuştin, bavê 4 zarokan e. Piştî kuştina hemwelatî, xizmên wî mala tohmetbaran şewitandine.
Rudaw