• Sunday, 24 November 2024
logo

Piştî 6 mehan gora Dilînê dê were vekirin

Piştî 6 mehan gora Dilînê dê were vekirin
6 meh biser mirina jina 22 salî Dilîn Ehmed re derbas bûn. Li ser daxwaza malbata wê, Dozgerê Giştî biryar daye gora wê were vekirin û komîsyonek li ser termê wê lêkolîn û piştkinînê bike.

Dilîn Ehmed Hesen nîtecihê bajarê Duhokê bû. 6 hem beriya niha ew rakirine Nexweşxaneya Dohukê. Wê demê hevjîn û malxezûrê wê gotin: “Dilîn ji ber xwarina derman û heban rakirine nexweşxaneyê.”

Lê dayika Dilênê dibêje, keça wê ji ber êşkenceyê rakirine nexweşxaneyê, roja din jî ji Duhokê veguhestine nexweşxaneyeke Hewlêrê û li wir jî canê xwe ji dest da.

Piştî 3 mehan dayik û bavê Dilînê gumanê ji mirina keça xwe dikin. Beriya 2 mehan jî bi rêya parêzerekî xwebexş, li Dadgeha Duhokê daxwaza vekirina gora wê kirin.

Parêzerê malbata Dilînê, Heval Wehab ji Rûdawê re got: “Ji bo zelalkirina vê doze, di destpêka meha Nîsanê de me daxwaz ji Serokatiya Dozgeriya Giştî ya Hewlêrê kir, ku dosyeya doza Dilînê ji Duhokê veguheze Hewlêrê. Roja 5ê Nîsana 2017ê, bi nivîsîneke fermî, Serokatiya Dozgeriya Giştî ya Hewlêrê, daxwaz ji Dadgeha Lêkolîna Tundûtîjiyên Malbatî ya Duhokê kir, ku dosyeya Dilînê bişînin Hewlêrê.”

Parêzer Heval Wehab dibêje, piştî ku dosyeya doze gihiştiye Serokatiya Dozgeriya Giştî ya Hewlêrê, roja 13ê Nîsana 2017ê, dozgeriya Hewlêrê nivîsînek bi jimere “6/d/436” şandiye Fermangeha Dozgeriya Giştî ya Duhokê. Di vê nivîsînê de 2 biryar cîh digrin.

Li gorî vê: “Divê ji aliyê Wezareta Tendurustiyê ve komîsyonek were pêkanîn, di nav komîsyonê de pizîşkên cur bi cur ên pispor hebin, herwiha endamekî dozgeriyê jî serperştiyê ji vê komîsyonê re bike da ku sedema mirina tawanlêkirî were eşkerekirin.”

Herwiha di nivîsnê de hatiye gotin: “Daxwaza vekirina gorê bi serpereştiya komîsyonê, ji bo teşxîskirina û diyarkirina sedema mirina navborî ye. Ji ber ku bêyî teşxîs nexweşxane nikare sedemên mirinê bi awayeke piştrastkirî destnîşan bike.”

Serokatiya Dozgeriya Giştî ya Hewlêrê di nivîsa xwe de giliyê li dozgerê dosyeya Dilînê dike û dibêje: “Ji aliyê pêşkeşkirina daxwaz û derbirîna ra û têbiniyên xwe yên li ser dosyeyê, dozgeriyê weke pêwîst erkê ser milê xwe pêk neaniye.”

Parêzerê malbata Dilînê diyar kir: “Em li hêviya bersiva Fermangeha Dozgeriya Giştî ya Duhokê ne, da ku komîsyonekî ava bikin û gora Dilînê vekin.”

Dilîn Ehmed Hesen di temenê 15 salî de ligel zilamekî Duhokî hatiye zewicandin. Roja 29ê Kanûna 2016ê, di encama bûyereke bi guman de, ew rakirine nexweşxaneyeke Hewlêrê. Dilinê roja din canê xwe ji dest da û li pey xwe 2 zarok hiştin.

Dayka wê, Fewziye Sidîq ji Rûdawê re got: “Ti pirsgirêka keça min ligel mala xezûrê xwe nebû. Êvarî ji mala me çû, roja din xezûrê wê telefon kir û got, Dilînê gelek derman xwarine û xwestiye xwe bikuje. Dema çûme nexweşxaneyê min dît keça min nikare biaxive. Di serî de nehiştin ez temaşeyê canê wê bikim. Paşî min lê nêrî cih û dewsa êşkence û lêdanê li ser canê wê hebû. Niha jî wêneyên canê wê yê êşkencekirî li cem min in. roja paşî min behsa êşkenceya Dilînê kir û yekser keça min ji Duhokê şandine Hewlêrê. Li wir mir.”

Derbarê tomarkirina giliya li ser vê mijarê, Fewziye Sidîq da xuyakirin: “Piştî xilasbûna taziya keça min, me gilî tomar kir. Lê malbata xezûrê Dilînê gef li me xwarin. Lewma me dest ji giliyê berda. Piştî 3 mehan min wêneyên canê keça xwe nîşa parêzerekî da. Wî jî got, ku êşkence lê hatiye kirin û bi xwebexşî xwest bibe parêzerê vê dozê.”

Dayika Dilînê dibêje, heta sedema rast a mirina keça wê diyar nebe, ew dest ji dozê bernade.

Beriya niha parêzerê malxezûrê Dilînê ji Rûdawê re gotibû: “Belge di destê me de hene, ku Dilînê 30 libên hebê xwarine û ji ber vê jiyana xwe ji dest daye.”

Rudaw
Top