Ewê ku “ji ber gulopa otomobîlê” xortek kuştibû, hat girtin
Xortê bi navê Barzan Reşîd, ku li zankoya Cîhan ya Hewlêrê dixwand, şeva 2 Gulana par ji aliyê kesekî bi navê Cemal Cebar ve hatibû kuştin, tohmetbar piştî bûyerê reviyabû.
Li gorî agahiyan, di şeva borî de Barzan Reşîd gulopa otomobîlê daye nav çavê Cemal Cebar, li ser wê yekê di navbera wan de şer derketiye û Cemal bi sîlahê Barzan kuştiye.
Berpirsê asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî îro ragihand ku wan tohmetbarê kuştina Barzan Reşîd girtine û got, tohmetbar piştî bûyerê reviyabû Silêmaniyê lê piştî ku vegeriya Hewlêrê, hat girtin û radestî dadgehê hat kirin.
basnews