• Sunday, 24 November 2024
logo

Li Germiyan..Jin û zilamek li nav mala xwe de kuştî hatin dîtin

Li Germiyan..Jin û zilamek li nav mala xwe de kuştî hatin dîtin
Li gundekî ser bi bajarê Qeretepe ku, dikeve sînorê Germiyan li navçeyên Kurdistanî derveyî idareya Kurdistanê termê jinekê û zilamekî li nav mala xwe de hate dîtin.

Berpirsê komîteya Qeretepe ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mihmed Hacî Omer ji BasNewsê re ragehand ku, îro, êvarî li gundê Seyf Sedî ser bi navçeya Qeretepe ve termê jin û zilamekî li nav mala xwe de hatin dîtin ku, bi guleyan hatibûn kuştin.

Berpirsê komîteya Qeretepe ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mihmed Hacî Omer da zanîn ku, dibe ku, berbanga îro ew jin û zilam hatibine kuştin, zilam temen 67 salî ye û nave wî Xelîl Ibrahîm e û her du jî bi regez Erebin.

Herwiha Berpirsê komîteya Qeretepe ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mihmed Hacî Omer amaje bi wê yekê jî kir ku, heta niha sedema kuştina wê jin û zilamî nehatiye zanîn, lê tê çaverêkirin ku, ji ber pirsgirêkên civakî be neko babeta terorê be, herwiha aşkere kir ku, lêkilîn derbarê bûyerê berdewamin.

Basnews
Top