Silêmanî…Girtiyekê di girtîgeha çaksazî ya Gewran de xwe xeniqand!
Rêveberiya polîsê parêzgeha Silêmaniyê di tora xwe civakî facebookê de belav kir, ‘’Îro 29.05.2017ê girtiyekî 28 salî li girtîgeha Gewran a bajarê Silêmaniyê xwe xeniqand û tîmên hêzên polîs geheştine cîhê bûyerê û lêkolîn di vê derbarê de destpê kiriye.’’
Li gor zanyariyên bidest ketine kesên xwe xendiqandî navê wî (M. C) bûye û rûniştvanê bajarê Silêmaniyê ye û 10 sal cezayê girtîgehê jê re hatibû dayîn.
Vê derbarê de BasNewsê peyvendî bi rêveberê çavdêrî û geşepêdana civakî ya Silêmaniyê Omer Ebdula Gulpî re pêkanî û ragehand: ‘’Çaksazî di çarçoveya rêveberiya çavdêrî û geşepêdana civakî de li Silêmaniyê pêknehatine.’’
Basnews