• Sunday, 24 November 2024
logo

Xortekî 16 salî li Kifriyê xwe kuşt

Xortekî 16 salî li Kifriyê xwe kuşt
Xortekî 16 salî bi fîşekekê dawî bi jiyana xwe anî û bavê wî xortî jî dibêje: “Ji ber ku di ezmûnên dibistanê de derneketiye, xwe kuştiye.”

Berdevkê Polîsê Germiyanê, Elî Qedûrî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Îro sêşemî xortek bi navê Elî Nûredîn Ferman ku ji dayikbûyê sala 2001 û rûniştvanê navçeya Kifrî ye bi çek xwe kuştiye.”

Elî Qedûrî got, termê wî xortî ji bo Pizîşkiya Dadê ya Kelarê hat şandin, da ku were zanîn, ji bilî fîşekê cihê îşkencekirinê li ser bedena wî heye yan na.

Bi gotina Berdevkê Polîsê Germiyanê herwiha diyar kir, derketiye holê ku wî xortê bi fîşekê xwe kuştiye û di encama wê yekê de canê xwe ji dest daye.

Elî Qedûrî destnîşan kir: “Lêkolîn derbarê bûyerê de dest pê kiriye. Bavê wî xortî jî dibêje, kurê wî ji ber ku di ezmûnên îsal ên dibistanê de sernekvtiye, xwe kuştiye.”

Navçeya Kifrî ser bi parêzgeha Silêmaniyê ye û di çarçoveya Rêveberîtiya Germiyanê de ye.

Rudaw
Top